Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê dike
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ku îsal 9mîn car e tê lidarxistin, dê bi fîlmê Girls of The Sun (Keçên Rojê) ya derhênerê fransî Eva Husson, dest pê bike.
Di wê festîvala ku dê 9 rojan berdewam bike, 40 fîlmên metrajên kurt û dirêj dê bên nîşandan. Fîlmê Commander Arian (Fermandar Arîan) ê derhêner Alba Storra, fîlmê Dîstan ê ku derhêneriya wî Leyla Toprak dike û fîlmê Zagros ê derhêner Sahim Omar Khalifa di nav wan fîlmên dê bên nimayîşkirin de ne.
Hemû film dê li holên sînemayê yên Babylon Mitte, Moviemento û Ulme 35ê bên nîşandan.
Di festîvalê de jibilî fîlmên derhênerên Kurd, fîlmên li ser Kurd û Kurdistanê û herwiha fîlmên Kurdî-Almanî yên zarokan jî dê cih bigirin.
Di çarçova festîvalê de semîner û civînên li ser sînemayê jî dê bên sazkirin.
RÛDAW