AKPartî, CHP û MHP operasyona li ser Rojavayê Kurdistanê pêwîst dibînin

July 28, 2019

Di heyama ku Tirkiye di siyaseta navxweyî û derve de bi kêşeyan re rû bir û ye û Ji ber egera gemaroyên Amerika bo aboriya wê ber bi têkçûnê ye serokkomarê Tirkiyê û di heman demê de serokê giştî yê partiya deshilatadar AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan bi biryarî diyarkir ku ger bi Amerîkayêre li ser dewereke ewle rêkeftinek pêk neyê ewê berê xwe bidin rojhelatê Çemê Feratê. Ligel vê yekê li seranserê bajarên Tirkiyê bo ser sînorê Serkaniyê, Grisipî û Kobanê hêzên leşkerî û cebilxane têne veguhestin.

Ev daxuyaniyên Erdogan û amadekariyên operasyonan di siyaseta navxweyî de jî weke mijara sereke ye. Bi boçûna parlementerê Ak Partiyê yê berê yê Agiriyê Hanefî Alir dibe ku ev operasyon pêk bên lê tu feydeya wê bo Tirkiyê nîne.

Mehmet Hanafî Alir - parlementerê berê yê AKPartiyê, dibêje: Tirkiye dikare bikevê, wê vê carê çi bike mînanî Efrînê dîsa meseleyên wisa dikare derkeve. Em dizanin îro deshilat jî ji aliyê aborî ve, ji aliyê demokrasî ve kêmasî hene. Ha ku beje ji bo ku ez xwe xelas bikim, ji bo ku ez daha xurt bim û ez li ser vê mesele zêde bisekinin. Lê heqîqet ew e ew li wê derê çiqas qorîdor jî bidin avakirin dîsa mesele jê re areser nayê dîtin. Çareserî bi demokrasiye ye, mesele heqê însaniyetê ye.

Partiya muxalefeta sereke ya Tirkiyê CHP herçiqas politikaya hikûmetê ya Sûriyê xelet bibine jî, ji bo ewlehiya Tirkiyê opersyonên bo ser Rojave Pêwîst dibîne.

Mehmet Bekaroglu -parlementerê CHPê, dibêje: Tirkiye bi gefên ku li ser sînorên wê yên li Başûr re rû bir û ye. Kê çi dibêje bila bêje Tirkiye li Iraq û Sûriyê pêwîste dijî terorê têbikoşe. Ji ber vê çendê jî operasyonên leşkeri bo ser Sûriyê mîsoger e û pêwîste jî. Kes jî nikare ji Tirkiyê re bibêje tu çima van operasyonan pêk tînî. Em Dizanin ku li bakurê Sûriyê hêzên çekdarî hene û çalakiyên terorî pêk tînin û tu dewletek vê yekê qebûl nake ser sînorên xwe.

Beramberî vê yekê Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî operasyonên bo ser Sûriyê weke xeletiyeke mezin binav dike û dibêje operasyoneke bo ser Rojava dê bide sedema careke din zindîbûna DAÎŞê.

Gûnay Kûbîlay -berdevkê HDPê, got: Operasyoneke leşkerî ya bo ser Rojava dê bibe sedem ku rêxistina treorî DAÎŞ ku hebûna wê ber bi tunebûnê ve ye careke din rabe ser xwe û çalak be. Ji holêye ku şer û pevçûn di warê aborî, siyasî û mirovî de çiqas ruxandin û feleketên mezin bi xwe re tîne. Operasyonên bo ser Rojava ji bo bincilkirina bêçaretiya di nava Tirkiyê deye. Operasyona bo Ser rojava xirabiye herî mezin e ku gelê Tirkiyê tê kirin.

Herwiha partiya netewperest MHP k udi hilbijatinên giştî û herêmî de bi Ak Partiyê re tifaqa cumhurê avakiribû û niha weke hevkarê deshilatê tê binavkirin jî bang li hikûmet û artêşa Tirkiyê kir ku Rojhalatê Çemê feratê bidin ber agir û wêran bikin.

K24

 

Please reload