top of page

Hazim Mîr Tehsîn Beg bû Mîrê Êzidiyan

Îro 27. 07. 2019 li perestgeha Laleş li qezaya Şêxan di rêûresmekê de Hazim Mîr Tehsîn Beg wek mîrê nû yê Êzidiyan û Serokê Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan hat destnîşankirin û sûnda olî xwar.

Mîrê nû yê Êzidiyan di gotarekê de ragihand, “Bi kesayetên olî û rewşenbîrî yên Êzidiyan me karî bigihin vê rojê, ji îro ve wek mîr di xizmeta Êzidiyan de dibim û encûmenekê dadimezrînin û zêdetir ji ji sedî 60 ji Êzidiyên Şingalê lixwe digire.”

Herwiha got: “Pêwendiyên me bi pêkhateyên din re baştir dikin û bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar ji bo avedankirin û xizmeta zêdetir ji navçeyên Êzidîxanê re dikin.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg spasiya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hemû kesên ku rola wan hebû di çareserkirina pirsgirêka mîrîtiya Êzidiyan de hebû kir û û spasiya tevahiya xelkê Kurdisyanê kir û daxwaz ji xwedêyê mezin kirk u Êzidiyan biparêze.

Hazim kurê Mîr Tehsîn Beg e û sala 1963an li devera Baedrê jidayik bûye û ji sala 1989an ve wek Wekîlê Mîr bû.

Roja 28ê Çileya 2019an, Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg li Almanyayê koça dawiyê kiribû, ji wê demê ve jî guftûgo ji diyarkirina mîrê nû dihatin kirin û îro Hazim Mîr Tehsîn Beg di rêûresmeke taybet bû Mîrê Êzidiyan.

K24

S. B

bottom of page