top of page

Perlemantareka Elmanîya: Mesrûr Barzanî bi çaksazîyê piştîvanîya welatîyan bi dest xwe ve dihîne

Perlemantareka Elmanîyayê ragehand: Encamdan çaksazîyê ji alîyê kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdistanê ve, hikumetê dê bihêz bike û piştîvanîya xelkî jî bo wê hikumetê misoger dike.

Hêlîn Somer, perlemantara Elmanîyayê, ji Partîya Çep, di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, li ser pêkanîna kabîneya nehem hikumeta Herêma Kurdistanê, got: Di destpêkê de, pîrozbahîyeka gerim li birêz Mesrûr Brazanî dikim bi boneya destbikarbûna wî wek serok wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê.

Ragehand jî: Ew erkeke sîyasî ya giring dixe di stûyê xwe de û bi xwe jî nevîyê dû remzên mezin ên tevgera serbxwexwazî ya gelê Kurdistanê ye.

li behskirina pêgeh û rolê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, wê perlemantarê got: Ew xwdî sermayeka remzîya sîyasîya bihîze, li ba min giringe ku serokê hikumetê di evê kabîneyê de, ji alîyê sîyasî, abûrî û civakî ve, Herêma Kurdistanê bihêz bike.

Li ser karnameya hikumetê jî, Hêlîn Somer got: Mesrûr Barzanî, di bernameya karê hikumeta xwe de, bi zelalî behsa karên herî pêşîna hikumeta xwe kirîye ku ew jî, şerê nehêlana gendelîyê ye.

Amaje bi wê yekê jî d, destpêkirina çaksazîyê di warê dîmukrasîyê de pêwîste û eger evê yekê bike, serok hikumeteke serkevtî dibe û piştîvanîya xelkê Kurdistanê jî misoger dike.

Di bersiva rawêjkara Elmanîyayê de, ku berê ragehandibû, dewleta serbixweya Kurdistana Îraqê dibe egera ne aramîya deverê, Hêlîn ragehand: Axivtina Mêrkil bi tudnî red dikim, çunku ew axivtin neraste, ez bi zelalî û bi dengê bilind dibêjim ku Kurd li rojahelata navîn û di wê navçeyê de, hokarên aramî û akincîya sîyasî ne, dema wan dewleta xwe jî hebe zêdetir dibin hokar akincîya sîyasî neku ne aramîyê.

K24

bottom of page