top of page

PAK: Em dest ji Kurdistanê bernadin

PAKê parêznameyek ji Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê re pêşkêş kir û têde dibêje, ew dest ji navê Kurdistanê bernadin.

Partiya Azadiya Kurdistanê parêznameyeke 80 rûpelî ji Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê re şand, ku ji 80 rûpelan pêk tê.

PAKê ew parêzname piştî wê yekê amade kir, ku dozek li dijî çend partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê, PAK jî di nav de, hatibû vekirin, ji ber ku peyva Kurdistan di nav navê wan de heye.

Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê ew doz li dijî partiyên Kurdistanî vekiriye û daxwaza girtina wan partiyan dike.

PAK di parêznameya xwe de daye xuyakirin, ku hebûna gelê Kurd rastiyeke dîrokî ye û ew tu carî dest ji navê Kurdistanê bernadin.

Di parêznameyê de, ev yek jî haiye ku di tomarên fermî yên serdema Osmaniyan de yên di navbera salên 1847 – 1867 de peyva Kurdistanê, wek Eyaleta Kurdistan hatiye bikaranîn. Piştre li nav Parlamentoya Tirkiyê û ji aliyê rayedarên wî welatî ve jî hatiye bikaranîn.

Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê ku ev doz vekiribû, dibêje, bikaranîna peyva Kurdistanê, berovajî yasaya partiyên siyasî ye, lewra ew daxwaza girtina wan partiyên Kurdî dikin, ku di navê xwe de cih dane peyva Kurdistanê.

RÛDAW

bottom of page