top of page

Daneyên fermî: Çend penaberên ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê ne

Li gor daneyên Girênendetîya Giştî ya Goçê ya Wezareta Karên Navxweyî, bi awayekê fermî û qeydkirî 3 milyon û 630 hezar û 575 penaberên ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê ne.

Walîtîya Stenbolê daxuyandibû ku divê di mehekê de penaberên qeyda wan a fermî nehatiye kirin terka Stenbolê bikin.

Wezîrê karên navxweyî li ser mijarê gotiye:

“ Em ti kesan dersînor nakin. Mexseda me ew e ku em ê wan penaberên qaçax bigirin û bişînin kampan.”

Li gor daneyên Wezareta Navxweyî jimara penaberên qeydkirî li gor meha borî 16 hezar û 931 kes zêde bûye.

Ji sedî 46,38ê penaberan ji 18 saliyê biçûktir in

Penaberên di 0-18 saliyê de milyonek û 874 hezar û 207 kes in. Milyonek û 26 hezar û 756 kes ji 10 saliyê biçûktir in.

Jimara penaberên 15-24 salî 819 hezar û 60 e.

BİANET

bottom of page