Mîrê nû yê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê hat destnîşankirin

July 25, 2019

Kurê mîrê wefatkirî yê êzîdiyan, Hazim Tehsîn Beg bû mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê.

Wekîlekî mîrê êzîdiyan bi navê Şêrzad Farûq Beg ji BasNewsê re got, mîr Hazim Tehsîn Beg li şûna mîr Tehsîn Beg bû mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê.

Şêrzad Farûq Beg her wiha got, mîr Hazim dê roja 27 vê mehê bi merasimekê bi fermî dest bi kar bibe.

Wî wekîlê mîrê êzîdiyan da zanîn, ji bilî wî Herman Mîrza Beg û Kamîran Xeyrî Beg jî bûn wekîlên mîr.

Mîr Tehsîn Beg roja 28 Çileya îsal li Almanya wefat kiribû. Ji wê demê ve êzîdî bê mîr mabûn.

BasNews

 

Please reload