Şerefeddin Elçî gava ku bi idamê tê darizandin...
Şerefeddin Elçî gava ku bi idamê tê darizandin sala 1963 ê 25 salî ye, gava dibe damezranêr û Sekreterê Yekemînê PDKT sala 1965ê 27 salîye, sala 1971 ê Urfî İdara Amedê wî digirin li Amedê hepis dikin 33 salî ye, Ji ber ku kadroyên daye çend xwendevanên Kurd lê ya rast ji ber ku weka wezîrêkê Cimhuriyetê gotîye " Ez Kurdim û li Tirkiyayê Kurd henin" sala 1980 yê da 42 salî ye. ...
Yek armancêkê wî hebû, ew jî azadî û aramiya Kurdan bû. Wî dixwesta ku wê fersendê bi dest bixe, 2 partiyan ava kir nebû. Xwest li ser xeta millî tifaqek di nav Kurdan da çêke nebû, di dawiya emrê wî da HDPê riya parlementoyê jê ra vekir wek serbixwe li bajarê Amedê bu endam.
Nexweş bû. Nexweşiya xwe ji min ra gotibû. Dawîya jîyanê hatibû, di berîyê da parlamenterî, wezîrîyê kiribû. Ne hewceyê navê xwe ango berjewendîyêkê xwe yê şexsî bû. Daxaz ew bû ku bikeve Meclisê belkî dengê wî bilind bibe û riya çareserîyek veb e.
Di pêşîya vê biryara wî ROJA 22.03.2011 yê min bi 22 pirsan Ropörtajek bi cenabê wî ra çêkiribû, tirs ketibû dilê min ku piştî Faîq Bucaq, Seîd Elçî, Emer Turhan we ezê Şerefeddin Elçî jî winda bikim. Min pirsên ku diva bêne pirskirin jê kir û ew pirs di NETKURD Aktuelbûn: ( 2011-11-27 09:03:41- ) û çend malperên din yên kurdan da ev ropörtaj hate weşandin.. Pirsa min û bersuya wî di hêjimara 13 yê da; Pirs û bersuwek ji wan 22 pirsa ye: Kerem bikin:
Pirs – 13 – Ş. Epözdemir: Te Salén 1978 û 1979 yé, 22 heyvan Wezîrtî kir. Di nava vî midetî de te bi dehezaran Kurd xiste şolén dewleté. Ne bi tené di çerçowa wezareta xwe da, di gelek wezaretén din da jî te Kurdan xiste îş. Gelo qencîya ku te bi hewçend tengezaran ra kir û bi saya Xwedé û dilxwazîya te ew bûn xwedan şol, zarokén xwe dane xwendin, te tînine bîra xwe. Yané wefadarîya Kurdan tû çewan dibînî? Ango Kurd qenciyan teqdîr dikin? Ane nakin?
Bersû – 13 – Ş. Elçi: Xwedayé Mirazbexş weka ku dilé min xwest kerem bi min ra kir ku tené min karî 20.000 Qadro ji Wezareta Darayî bo Wezareta xwe bi dest bixim. Ji bona ku ez van qadroyan bi dest bixim min giranîya xwe danî, Qebîna wé rojé koalisyon bû û giranîya Wezîran gelek zéde bû. Heçî kesé ku serî li min xist û qadro xwest, dikarim béjim ku min tû kesî vale nezivirand. Bi taybet xwendevan. Xwendevanén Zangoyan ku wé demé ji min qadro xwestin, min qadro da wan û wan vala nezivirand. Kurdén mexdûr û bé mecal bi hezaran ketin iş û her ketina iş ya Kurdek ji min ra mirazek bû. Bi tené ne qadroyén wezareta xwe ya Bayındırlığé, lé min ji wezaretén din jî gelek qadro standin û li Kurdan belav kirin. Tirk bî, Kurd bî, deré min ji hemî kesî ra vekirî bû. Lé ji % 90 Kurdan ji min şol dixwestan. Di tarîxé da cara yekem bû ku Kurdan wezareta min weka wezareta Kurdan didîtan û dihesibandan.
Mileté Kurd qencîyan jibîr nak e. Teseliya min ya mezin ewe ku ez dizanim min xizmeteke qenc kirîye û di saya vé qencîyé da bi hezaran zarokén Kurdén bé mecal zangoyan qedandin û bi ser hemdé xwe va hatin. Niha rastîyek heye ku çi xérxaz û çi nevan hemî Kurd bi carek vé xizmeté dûbare dikin û wé xizmeté dipejirînin û gelek insan ji min ra dûa dikin. Ev jî besî min e." ...
Cîyê te û hemî welatparêzan û şehîdan Cennet bî İnşallah