Rewşa birîndarê burdûmana Tirkiyê
Rewşa 2 brîndarên bombebarana firokeyên Tirkiyê ya heftiya borî ya liser gundê Spîndarê, yê devera Amêdiyê xirab e. Bizîşk dibêjin, birîna yek ji wan gelek giran e, û hîn rewşa tendirustiya wî ne cîgîr e. Ji aliyê xwe ve, kesûkarên brîndaran daxwaz ji çekdarên PKKê dikin, ji deverên wan dûr bikevin. Herweha daxwaz ji Hikûmet û Parlamentoya Îraqê dikin, xwedan helwest bin û liser wan bûyeran bêdeng nemîn in.
K24