Nêçîrvan Barzanî peyamek arasteyê Mesrûr Barzanî kir
Silav û rêz…
Xweşhalim ku îro Parlemena Herêma Kurdistanê baweriyê bi we yên birêz wekî Serok Wezîr û bi kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê da. Bi vê helkeftê bi germî pîrozbahiyê li we dikim.
Eve destkeftekî dinê berdewambûna proseya geşkirin û kûrkirina demokrasiye li Herêma Kurdistanê ku encama xwest û xweragirî û hevkariya hemwelatiyan û aliyên Kurdistaniyan û dost û piştevanên gelê me pêkhat.
Hûn hêjayî vê berpirsiyarî û baweriyê ne, ez piştrastim bi hemû şiyanên xwe û tîmên xwe ve ji bo xizmetkirina Herêma Kurdistanê kar dikin. Ezmûna çend saliya karkirina me ya ji bo parastin û pêşxistina doza gelê me û bicîhanîna mafê destûriyên Herêma Kurdistanê, li gelek qonaxên hestiyar û dijwar da derbasbûn. Hêvîdarim wan dijwariyan nebînîn û hemû şiyanên xwe ji bo avadankirin û zêdetir pêşxistina Kurdistanê terxan bikin.
Ez piştrastim hûn bi awayeke jêhatî, çalak û kara li ser giriftan da zal dibin, morala tîmên xwe beramber gefan bilind dikin û encamên baş bi dest ve tînin. Li erk û bi cîhkirina karê rojane û demdirêj ya berdewamiya dabînkirina aramî, asayîş, geşbûna aborî, civakî û siyasiya Herêma Kurdistanê de kêmasiyê nakin.
Gelê Kurdistanê û cenabê we û kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dikim ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê bi hemû şiyana xwe ve piştevanî û hevkariya serkeftina karê we û kabîneya nehema Hikûmetê dikim.
Serkeftina we û Cîgirê Serok Wezîr û şiyana Wezîran ya xizmetkirina Herêma Kurdistanê, serkeftina me hemûyan û serkeftina gel û Herêma Kurdistanê ye.
Li gel rêzên min…
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 10/07/2019