Di teqînên Efrînê de herî kêm 14 kes hatin kuştin

July 11, 2019

Tê gotin ku di teqînên Efrînê de herî kêm 14 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Îro danê sibê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê du teqînên bihêz qewimîn.

Li gorî agahiyên K24, di wan teqînan de herî kêm 14 kes hatine kuştin û nêzîkî 40 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku beşek ji kuştiyan çekdar û beşek jî sivîl in, yên ku piştî dagîrkirina Efrînê li Efrînê bicîh bûne. 

BasNews

 

Please reload