top of page

Turk: Saziyên hukûmetê dixwezin rûyê şaradariyê reş bikin

Hevserokê Şaradariya Mezin a Merdînê Ehmed Turk dibêje, li bajarê Mêrdinê saziyên hukûmetê dixwezin rûyê şaradariya wan bi birîna elektrîkê xerap nîşan bidin.

Hevserokê Şaradariya Merdînê Ehmed Turk bi daxuyaniyekê got, piştî ew wek Hevserokê Şaradariya Merdînê hatin hilbijartin, di roja 4em de elekitrîk li ser bajarê wan hate birîn.

Ehmed Turk diyar dike, sedema birîna elektrîkê, gendeliya qeyumên AK Partiyê bû ku 98 milyon Lîre deyn xistibûn ser Şaradariyê.

Hevserokê Şaradariya Merdînê dibêje: Wan ji 98 milyon deynê qeyumên AK Partiyê, 80 milyon Lîre dane. Lê bi tevî vê hewildana wan, ev sê roj in jî, dîsa eliktrîk li ser bajêr hatiye birîn.

Ehmed Turk diyar dike: Balkêş e di dema Qeyuman de 98 milyon deynê Qeyuman hebû, rojekê jî elektrîk nedihat birîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartinên 31'ê Adarê de nîvê şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve dihatin rêvebirin bi dest xistibûn. Rayedarên HDP'ê amaje dikin ku qeyûman ji budçeya şaredariyan gelek lêçûnên bê serûber kirine û şaredarî di bin deynên giran de hiştine.

K24

S. B

bottom of page