top of page

PEYAMÊ PSK BO MESRUR BARZANÎ

Bo Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Hêja Mesrur Barzanî, Serokwezîrê hêja, Ez bi navê hemu heval, hogir, endam û kadrên Partiya xwe, pir bi dil pîrozbayiya xwe pêşkeşê bo cenabê te û bo hemu wezîrên Kabîneya Nehan dikim. Kabineya nehan di navçeyekê gelek aloz û zirufeka gelek hestyar da dest bi kar dibe û erkên gelek pîroz û girîng li pêşiya hikumeta we hene. Em piştrast in, kabîneya Nehan, di bin serokatiya we û bi alîkariya aliyên siyasî yên welatparêz û dilsojên Kurdîstanê ve erkên xwe cî be cî bike û deskevtên netewî, ku berhema xebat û tekoşînê dijwar e, berhema xwîna bi hezaran şehîdan e, biparêze û pêşve bibe. Kabîneya Nehan bo gelê Kurdistanê pîroz be. Serketina we dixwazim. 10.07.2019 Mesud Tek Serokê Giştî

bottom of page