top of page

Mustafa Özçelîk: Em rêzdar Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Nû pîroz dikin

Em Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Nû Piroz Dikin

Roja 10.07.2019an Parlamentoya Kurdistanê, bi piranîyeke mezin ya dengan, Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê pesind kir.

Em Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û hemû wezîrên rêzdar yên hikûmeta nû piroz dikin, serkeftinê ji cenabê wan re dixwazin.

Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê di pêvajoyeke hesas de dest bi wazîfeyê dike.

Lihevkirina PDK, YNK û Goranê, ku her sê partîyên mezinin û beşdarîya nûnerên Asuri-Keldanîyan û Tirkmenan ya di hîkûmeta nû de, nîşana îradeyeke xurt, netewî û niştimanî ye.

Damezrandina hikûmeta nû nîşana berdewamîya demokrasîyê ye, nîşana lêxwedî derketina destkeftinên li Başûrê Kurdistanê ye .

Di demokrasîyan de bi qasî hikûmetê, opozîsyon( mixalefet) jî xwedî watinî û roleke girîng e. Kontroleke baş û çêker ya partîyên opozîsyonê yên di Parlamentoya Kurdistanê de ya li ser Hikumeta Kurdistanê , dê zemîna pêk anîna watinîyên hikûmetê xurtir û mîsogertir bike. . Em bawer dikin ku, bi aheng û koordînasyona Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê, li gel Bexdayê dê pêvajoyeke nû destpêbibe.

Herweha em di wê bawerîyê de ne ku, ji bo bicîhanîna madeya 140î û ji bo bi cîh anîna hemû Qanûna Bingehîn a Federal a Iraqê, hemû alîyên Kurdistanî bi helwesteke yekgirtî dê tevbigerin.

Em bi hêvî û bawerin ku, hikûmeta nû ji bo çareser kirina pirsgirêkên aborî, îdarî, eskerî, civakî yen herema Kurdistanê; ji bo ava kirina dezgehên dewletbûnê, yek kirina hêza pêsmerge dê bernameyeke nû ku bikaribe bicîh bîne bide ber xwe. Û em bawer dikin ku ji bo pêk anîna edaleta civakî , ji bo baş kirina rewşa xelkê Kurdistanê gavên radìkal dê bêne avêtin.

Baş kirina rewşa xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî û piştgirîyeke taybet ya ji bo wan jî watînîyeke niştimanî û dîrokî ya li ser milê Hikûmeta Nû.

Em di wê bawerîyê de ne ku, li gel van tecrubeyên xwe yên heyî, Rêzdar Mesrûr Barzanî û hikûmeta nû di qada dîplomasîya navnetewî de dê xebateke nû ya profesyonel û xurt dest pê bikin. Divê ji bo zêdekirina dostên kurdan û ji bo kêm kirina dijmin û dijberên kurdan dîplomasîyeke berhemdar bê meşandin.

Em hêvî û bawer dikin ku Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê dê ji bo aşitî, yekrêzî û li hev xwedî derketina navxweyî û ji bo parastin û pêşdebirina destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê dê roleke dîrokî bilihîze.Herweha ji bo piştigrî, hevkarî û li hevdu xwedî derketina di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de jî dê roleke niştimanî bilihîze.

Yekgirtin, hevkarî, li hev xwedî derketina netewî û niştimanî bingehê esasî yê paşerojeke azad ya gelê me ye.

Em bi hestên xwe yên netewî û niştimanî piştgirîya Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê dikin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî, Cîhgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Qubat Talabanî û hemû wezîrên rêzdar yên Hikûmeta Nû pîroz dikin, serkeftinê ji cenabê wan re dikwazin. Li gel rêzên xwe. 10.07.2019

Mustafa Özçelik Serokê Giştî yê PAKê

Kaynak: Mustafa Özçelîk: Em rêzdar Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Nû pîroz dikin

bottom of page