Kabîneya nû yekem kombûna xwe destnîşan kir
Li gor zanyarîyên Kurdistan24, sube li avahîya Civata wezîrên Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li gel weîzrên kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê dicive û karnameya hikumetê didin tevaya wezîran û bernameya karê yekem kombûna Civata Wezîran jî dê bihê darjitin.
Li ser evê mijarê çavkanîyekî ji Civata Wezîran ragehand: Komîteyeke taybet bo rol radestkirina wezaretan hatîye pêkanîn bi endamînîya her yek ji Şeiban Şeiban Çalî, rêvebrê nivîsîngeha serokê hikumetê, Ûmêd Sebah, serokê dîwana serokatîya hikumetê û Amanc Rehîm, sekretêrê Civata wezêran.
Pêncşembîyê piştî nîvro, yekem rolradestkirin di herdû wezaretên (Pîşesazî û Bazirgan)î û pildananê de dibe, heya heftîya dahatî tevaya wezaretan dê bihên rolradestkirin.
K24