Serok Barzanî piştevaniya xwe ji kabîneya nû re ragihand

July 10, 2019

Serok Mesûd Barzanî piştgîriya xwe ji Mesrûr Barzanî û kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand.

Serok Barzanî di twittekê de nivîsî: “Hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî wek Serokê Hikûmetê û kabîneya nû re dixwazim”

Di twitta Serok Barzanî de hatiye: “Bi temamî piştevaniyê li Serokê Hikûmetê dikim, ji bo dabînkirina berjewendiyên xelkê Kurdistanê.”

Îro Çarşemê 10ê Tîrmehê Parlemana Kurdistanê bawerî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, cîgirê wî û endamên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

K24

S. B

 

Please reload