Pêşengeha" Banga Şaristanîyê" li Şehba li Ser Rewşa Şûnwarên Efrînê

Li jêr navnîşana “banga şaristanîyê” desteya çand û hunerê ya kantona Efrînê û bi alîkariya komîteya şûnwaran, pêşengeheke dîmen û wêneyên cîh û şûnwarên dîrokî yên herêma Efrînê, li Şehbahat li darxistin.

Li hola pêşengehê bêtirî ji 40 wêneyên cîhwarên şûnwarî ku dîroka wan vedigere hezaran salan hatin nîşandan.

Di pêşengehê de sinevizyonek derbarê cihên dîrokî yên niha rastî wêranbûn, talankirin û dizînê tên hatine pêşendan.

Peşangeha şûnwarên dîrokî yên Efrînê

Hevserokê desteya çand û hunerê Ebid El Hemîd El Bekirî da zanîn ku wan jibo balkişandina li ser kiryarên Çekdarên opozisyona Sûrî ku bi artêşa Tirk re herêm desteser kirine ev pêşengeh li darxistine.

Li dor vê Pêşengehê El Bekirî wiha axvî:“me xwest bi rîya vê Pêşengehê bêhna dîroka xwe zindî bikin, her wiha armanca dewleta Trikîyê ji rûxandin û kolandina cihên dîrokî xuya bikin ku di heman demê de ev bûyer jib o me cihê metirsyê ne û tên wateya qirkirinê”.

Her wiha El Bekirî da zanîn ku wan gelek astengî dîtin di orgenîzekirina Pêşengehêde û belgekirina binpêkirinan de, ji ber ku peydakirina wêneyên şûnwarên dîrokî ku rastî talankirinê tên ji hundir Efrînê pir bi zehmet û bi tirs dighêjin wan.

Şûnwarên dîrokî yên Efrînê

Xelîl Mihemed yek ji temaşekerên Pêşengehê nêrîna xwe wiha anî ziman: “gava ku min dîmenên şûnwaran dîtin ez pir êşîyam, min dît ku Tirkîyê ne tenê şerê me yê bedenî kir lê şerekî dîrokî jî li herêma me dimeşîne”.

Hêjayî gotinê ye ku herêma Efrînê, yek ji deverên Sûrîyê yên herî dewlemend û navdar e bi şûnwaran, ku UNISCO bi xwe gelek ji wan cihan tomerkirine, lê niha çarenûsa van şûnwaran winda ye, ku hin der hatin bombebaran kirin û rûxandin, û cihên din jî rastî talankirin û dizînê tên.

Dênge Amêrîka