Encûmena Asayişa Kurdistanê bo PKKê: Dest ji Herêma Kurdistana berde
Di daxuyaniyekê de ku îro Sêşemî 9ê Tîrmeha 2019 hatiye belavkirin, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê rexne li siyaseta PKKê ya li hember Herêma Kurdistanê digire û dibêje: “Di çend rojên bihorî de hin medyayên nêzîkî PKKê, tometeke neheqe û nerewa dane alî dezgehên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê, ku qaşo dest di kuştina serkirdeyekî wan de hebûne, mixabin çend dezgehên ragihandinê yên navxwe jî ji bo sûda siyasî ew tometa bê bingeh belav kirine. Em weke Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, bi tevahî vê tometê red dikin.”
Di derbarê hebûna gerîlayên PKKê li Herêma Kurdistanê de jî, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike: “Ev hewlên medyayî yên çewaşeker nikarin vê rastiyê veşêrin ku hebûna PKKê bi vê awayê niha li hin navçeyên Herêma Kurdistanê, sedemeke sereke ye bo rakişandina şer û nearamiyê bo nav herêmê. Çendîn sal e jî ku rê li avedankirina bêtir ji 800 gund û avahiyên Herêma Kurdistanê girtine. Mixabin herî dawî jî çekdarên PKKê nêzîkî gund û avahiyên me bûn û ji ber vê yekê jî hevwelatiyên me yên sivîl bûne qurbaniyê pevçûnên navbera PKKê û Tirkiyê.”.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike: “Tevahiya sîstema îdarî ya herêmê ku ji parastina ewlehiya hevwelatiyên xwe berpirsyar e, li dijî vê siyaseta PKKê ye û em ddixwazin ku kêşeya xwe bibin bo nav qada xwe ya rasteqîn û em vê rastiyê jî dibêjin ku Kurdistaneke azad pêwîstiya wê bi azadkirinê tune ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî hatiye: “Divê hemû alî rêz li serweriya herêmê û saziyên wê yên rewa bigirin û berjewendiyên hevwelatiyên herêmê berçav bigrin. Hevdem em dixwazin ku hemû hêzên li navçeyê rêya aştiyane û gotûbêjê hilbijêrin û dawî li xwînrijandinê bihînin.”
Roja yekşemî 7ê Tîrmeha 2019an Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Diyar Xerîb roja 27 Hezîrana 2019an di operasyoneke hevbeş a MÎT û artêşa wî welatî de li rêya Kurtekê bûye armanca êrîşekê û canê xwe ji dest daye.
Piştre di heman rojê de, KCKê daxuyaniyek dabû û ragihandibû, “di 5ê Tîrmeha 2019an de hevalê me Diyar Xerîb tevî du gerîalyên din di operasyonekê de li Qendîlê şehîd bûne.”
RÛDAW