Çekdarên PJAK/PKKê li Merîwanê kargehek şewitandin! (vîdeo) Ji ber ku xwedanê kargehê razî nebibû ba
Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê, vîdeoyek ji BasNewsê re şandiye û ragihandiye, çekdarên PJAKê şeva borî li Merîwanê kargeheka kişandina boriyên avê şewitandin.
Bi gotina wî jêderî, çekdarên PKKê daxwaz ji xwedanê wê kargehê kiribûn 400 milyon tûmen (derdora 30 hezar dolar) bac bide wan lê xwedanê kargehê qebûl nekiribû. Ji ber wê jî çekdarên PJAKê agir berdabûn kargeha wî û şewitandibûn.
Li gorî agahiyan, şewitandina wê kargehê nêzîkî milyarek tûmenz ziyan li xwedanê wê daye.
Çekdarên PKKê wisa nîşan dane ku ew kargeh ya hikûmetê bûye lê li gorî agahiyên BasNewsê, ew agahî rast nîne ji ber ku ew kargeh ya kesekî sivîl bûye û gelek kes jî di wir de kar dikirin û debara mala xwe pê dikirin.
BasNews