Li Efrînê grûpên çekdar bi hev ketin.. Kuştî û birîndar hene

Li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar derket û di encamê de çekdarek hat kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî êvarê şer di navbera Polîsa Leşkerî û grûpa Ehrar El Şerqiyê li nava bajarê Efrînê derket û di encamê de çekdarekî Ehrar El Şerqiyê hat kuştin û 6 çekdarên din ji her du aliyan birîndar bûn.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, ji encama wî şerê di navbera grûpên çekdaran de tirs û hov kete dilê xelkê sivîl û nedikarîn ji malên xwe derkevin.

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, her car şer di navbera grûpên çekdar de derdikeve û di dema dawiyê de bi riya teqînan hevdu dikujin, ku her grûpek bombeyan bi otombîlên grûpa din ve dike û teqîn rû didin û gelek caran xelkê sivîl jî dibin qurbaniyên nakokiyên di navbera wan grûpan de.

K24

S. B