ENKS bersiv da banga Aldar Xelîl: Ti mercên me bo vegerê nînin
Newaf Reşîd ji Rûdawê re da xuyakirin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê dest bi ser hemû bargehên ENKSê de girtiye, herweha xaniyê endamên wan jî “dagîr” kirine û divê weke niyazpakiyê, “PYD hemû wan ofîsên ENKSê û malên berpris û endamên wê vegerîne.”
Newaf Reşîd diyar kir, wan bi fermî daxwaza bargehên xwe kirine lê PYD wan baregehan teslîmî ENKSê nake û tekez kir, bo derxistina niyazpakiyê, PYD divê herî zû bargehên ENKSê radest bike.
Wî berpirsê ENKSê da zanîn, ew ji bo vegera bo Rojavayê Kurdistanê mohletê ji ti aliyekê wernagrin lê belê ew pêşwazî li daxuyaniya Berpirsê Têkiliyên TEV-DEMê Aldar Xelîl dikin û hêvî dikin, ku gotinên wî yên derbarê vegera ENKSê û destpêkirina çalakiyên wê li Rojavayê Kurdistanê de rast bin.
Berpirsê Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê destnîşan kir, destpêşxeriyeke Fransî heye bo aştkirina tevahiya aliyên Kurdî yên li Sûriyê û divê giringî bi vê destpêşxeriyê bê dayîn û kar li ser bê kirin.
Berpirsê Têkiliyên TEV-DEMê Aldar Xelîl duh şev beşdarî bultena saet 19:00 a Rûdaw TVyê ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û derbarê rewşa siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê û nakokî û têkiliyên navbera TEV-DEM û ENKSê de bersiva pirsên Rûdawê da.
Aldar Xelîl bang li ENKSê kir ku ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê vekin û dest bi çalakiyên siyasî bikin.
Xelîl herwiha da zanîn, di demên pêş de Rêveberiya Xweser dê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinan lidar bixe û destnîşan kir, ENKS jî dikare beşdariyê di hilbijartinên bihê yên li Rojavayê Kurdistanê de bike.
Di vê derbarê de Aldar Xelîl wiha got: “Ew dikarin ji niha de bên û xwe ji bo hilbijartinên bê amade bikin û meş û çalakiyan saz bikin.”
RÛDAW