top of page

Derbarê rewşa rizgarbûyên êzdî de agahî ji YE re hate dayîn!

Lezgîn / BasNews – Rêveberê ofîsa rizgar kirina rewandiyên êzdî li Duhokê Husên Kuru îro 08.07.2019ê ragehand, derbarê rewşa rizgarbûyên êzdî de agahî ji Yekitiya Ewropa (YE) re hate dayîn.

Husên Kuru ji BasNewsê re ragehand: ‘’Endama ofîsa peyvendiyên YEyê li herêma Kurdistanê Klaris Basturî bo danûstanê li ser babeta rizgar kirina rewandiyên êzdî û çawaniya hemahengiya dosyaya Şingalê serdana ofîsa rizgarkirina revandiyan kir û daxwaza piştevaniyê û alîkariyê ji YE yê hate kirin. Bi taybet jî derbarê rizgar kirina rewandiyên êzdî û ên ku heta naha jî di dest terorîstên DAIŞê de mane û çarenivîsa wan ne diyar e, derbarê wan de daxwaza alîkariyê hat kirin.’’

Yek ji keçên rizgarbûyên êzdî ya bi navê Şiza Salim jî diyar kir: ‘’Me gelek caran daxwaz ji nûnerê YE yê kir bo baş kirina jiyan û rewşa rizgarbûyên êzdî û herwaha daxwaz hat kirin ku kar bê kirin bo rizgarbûyên êzdî ku jiyana bin çadir û xêwetê de jî bên rizgar kirin. ji ber rewşa rizgarbûyan bin xêwet û çadiran de ne başe. YE yê jî piştevaniyeke baş li ofîsa rizgarkirina revandiyan divê bike, ku ew jî bikarin xizmeta me bikin û keç û jinên me ji destê DAIŞê rizgar bikin.’

bottom of page