top of page

Yekemîn kongreya navdarên Kurd li Sine dest pê kir

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, yekemîn Kongreya Navdarên Kurd dest pê kir. Di wê kongreyê de dê gelek navdarên kurd bên xelatkirin.

Îro danê sibê yekemîn Kongreya Navdarên Kurd, bi beşdarbûna bi sedan rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, hunermend, pispor û navdarên kurd yên seranserî Kurdistanê (Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojava û diyaspora) li zankoya Kurdistan ya bajarê Sine dest pê kir. Kongre dê du rojan bidome.

Bi gotina berpirsê kongreyê Celal Qelaşaxanî, di kongireyê de dê 30 navdarên kurd di warên cur bi cur de bên xelatkirin. Dê li bintara çiyayê Aviyer ya Sineyê, parkek jî bi navê navdarên kurd were vekirin û peykerên hinek ji wan tê de bên danîn.

Kongre dê bi konsêrt û pêşangeh û panêlên edebî û zanistî were xemilandin.

KTV

bottom of page