Trump: Îran bi agirê dilîze

Piştî ku rayedarên rejîma Îranê diyar kirin ku asta standard ya zengîn kirina Oraniyumê derbas kirine û bi rêjeyeke berçav Oraniyum zengîn kirine, Serokê Amerîkayê Donald Turmp jî daxuyaniyeke tund weşand.

Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îran dizanê çi dike, ji zimanê xweş fêm nake û bi agirê dilîze.

Salêke ku Amerîka rêkeftina etomî li gel Îranê hilweşandiye û aloziyên navbera her du aliyan kûrtir bûne û Amerîka dorpêçên giran li ser Îranê daniye.

KTV