top of page

Li 5 herêmên Colemêrgê çûnûhatin hat qedexekirin

Li Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê li 5 herêman ji bo 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Parêzgeriya Colemêrgê bi daxuyaniyekê da zanîn, wan li 5 herêmên Colemêrgê ji ber şer û pevçûnan, wek deverên taybet yên ewlekariyê ragihandine.

Parêzgerî diyar dike, li navçeyên Çelê, Colemêrgê, Şemizînan, Gever û Rûbarokê gelek dever ji bo 15 rojan ji çûnûhatinê re hatiye qedexekirin û rê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.

Di nav hefteyekê de li heman deveran gerîlayên PKKê êrîşî ser baregehên leşkerên Tirkiyê kiribûn.

K24

S. B

bottom of page