top of page

Êrîşî ser pasdarên Îranî hate kirin

Li gor zaniyariyên ku ji çend çavkaniyên taybet ji bajarê Pîranşarê ya li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, hêzên pêşmerge yên Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser komeke pasdarên Îranî kirine.

Li gor jêderên han li devera Pîranşarê, gava pêşmergeyên ser bi partiyeke Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê dibînin ku pasdarên Îranî bo kuştina kolberên Kurd kemîn danîne, hêzên pêşmerge jî bi mebesta berevanî kirin û parastina kolberên Kurd, dikevtin tevgerên û êrîşî ser pasdarên Îranî dikin.

Her çend derarê kuştî û birîndarên pasdaran de heta niha zaniyarî nehatine bidestxistin, lêbelê tê gotin ku pasdar di destpêka êrîşî de ji deverê reviyane.

KTV

bottom of page