MEHMET EMÎN KARDAŞ PDK-T'YÊ WEK DIKANEKÊ BI KAR TÎNE
We hemûyan Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PiDK-T) Mehmet Emîn Kardaş weke “siyasetmedarê berjewendîperest” nas kiriye.
Herî dawî Kardaş di 15ê Hezîrana 2019an de qaşo II. Kongreya Asayî ya PDKTyê li dar bixe. Lêbelê ji ber amadenebûna pirraniya endaman kongre pêk nehatiye. Di 16ê Hezîranê da bi ligel malbata xwe kongreyeke nemeûşrû birêve biriye. Herwiha cî daye endamên malbata xwe di rêveberiya partiyê da û damezrînerên PDK- T jî hatine îxraçkirin û Kardaş hemû malbata xwe û zava û xezûrên malbata xwe din ava partiyê da bi cî kirine.
Divê rayagiştî ya kurdan ji wê yekê hebe ku êdî PDK-T dûr ketiye ji navê partîbûn, Kurdistanîbûn û demokratbûn e. Belkî bûye komeleyeka malbata Kardaş bo berjewendiyên wan yên malbatî. Divê êdî Kurdistanî rûyên wan qaşo siyasetmedarên demokrat Kurdistanî nas bikin û rê nedin wan ji ser navê Kurdistanê doza berjewendiyên xwe bikin û di her platformê da berjewendîperestiya wan bînin ziman.
Kurdistaniyên ezîz! Di roja kongreyê de di 15 Hezîranê de piraniya delegasyonê amade nebûye û kes ji delegesyonê nehatiye agahdarkirin. Herwiha bang li medyayê nehatiye kirin û ti kesek bo kongreyekê nehatiye vexwendin. Herwiha di roja 16ê Hezîranê da rapora darayî ya hizbê nehatiye xwendin. Kardaş herwiha di 16ê mehê da hin kes nû kirine endamên partiyê û ew kes nikarin deng bidin lewre bo ku bibin delege û endam divê 6 meh di ser endamtiya wan ra derbas bibe. Lêbelê kesên nû di nava partiye de cî girtine jî zava, xezûrên zarokên Kardaş in. Kiryarên Kardaş hemû tenê zanîn, têne dîtin û bihîstin herçiqasî hewl dide, karên xwe bi dizî bike û kes ti hesabî jê nepirse jî divê bizanibe wê rojekê hesab bide rayagiştî ya Kurdistanê bê liser navê Kurdistanê çi kiriye. Bes rastî ti carî nayê veşartin. Gotina kurmanciyê ye serban qul be bin ban hertim şil e.
1- çima bi dizî dike û ji çapemenî û raya giştî vedişêre, ev yek nîşan dide ku Kardaş bi veşartina kongreyê dixwaze helwesta xwe ya berjewendîparêz a malbatê veşêre 2- Kardaş ji pîvanên demokrasî û hiquqê dûr e. Di pêvajoya kongreyê de nekariye rêbaza rewa û yasayî bi kar bîne û nekarî ye rêbazek demokratîk bi kar bîne.