top of page

Xanî bi ser mexduren Surê re hatin dabeşkirin

Di salên 2015 û 2016'an de li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, 6 hezar xanî û kargehan, di şerê navbera hêzên Dewleta Tirk û hêzên ser bi PKK'ê ve zirar dîtibûn. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê ji bo mexdûrên Sûrê xaniyên ku temam kirine, bi rêya pişkê belav dike. Mexdûrên ku ji xaniyên nû keyfxweş in jî hene û yên ku ji ber piçûkbûna xaniyên nû bi gilî û gazinc in jî hene.

Di şer û aloziyanên li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê de 5.961 xanî û kargehan jî zirar dîtibû û bi hezaran malbat neçar mabûn ku malên xwe di cih de bihêlin û koçî taxên din ên bajêr bikin. Piştî aloziyan, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, ji bo mexdûran xaniyên nû çêkir û ev xanî peyder pey li mexdûran belav dikir. Wezaretê 169 xaniyên din bi pişk kişandinê li mexdûran belav kir. Mexdûrên Sûrê dibêjin; daîreyên ku nû hatine çêkirin, piçûk in lê ji neçarî ew ê xwe di nav de bi cih bikin.

Alî Riza Okay - mexdûrê Sûrê, dibêje:"Li Sûrê xanî û dikanên min hebûn lê van tenê xanî dan min. Me du caran jî xwest lê nedan. Me li cihê xwe jî xwest nedan, em ji neçarî van daîreyan digirin. Çawa ku masî ji avê derkeve najiyê em jî wekî masî bûne. Sûr ji me re xweş bû."

Şehem Ayaz - mexdûra Sûrê, got:"Xaniyê me li nava Sûrê bû. Tapûya me tûne bû, xaniyê me sê qat bû. Em jî daxwaza xaniyê nû dikin ger bidin me jî baş dibe."

Li gorî gotinên Parêzgerê Diyarbekirê Hesen Besrî Guzeloglu, rayedarên Dewletê, bi xwediyên 5 hezar 200 xanî û kargehan re li hev kir in û dê dewlet zerara wan qerebû bike. Heta niha hezar û 677 kes bûne xwedî xaniyên nû û zerara wan hatiye qerebûkirin. Li cihên xaniyên ku hatibûn rûxandin, xaniyên nû hatin çêkirin lê ji ber ku buhayên wan giran bû, piraniya şêniyên Sûrê neçarî tercîhkirina xaniyên ku li derveyê Sûrê hatine çêkirin bûn.

Hezbiye Çîçekçî - mexdûra Sûrê, dibêje:"4 kurên min zewicandîbûn, her yekê di jûra xwe de bû, em bextewar bûn. Em ne deyndar bûn. Em di wê malê de rihet bûn. Lê niha ji ber van xaniyan zarokên min li hevdû nakin. Min daîreyek da kureke xwe yê zewicî. Ez ê vê daîreyê jî bidin yekê. Lê qîzên min û kûrên min ji min xanî dixwazin."

Miyase Ekîncî - mexdûra Sûrê, got:"Em şêniyên Sûrê ne, ev e ji me re jî xanî derket. Qata duduyan e. Heta niha em di kirêyan de bûn. Em ê biçin apartmanan de, em li qata duyemîn bi cih bibin."

6 Taxên Sûrê ji şer û aloziyan zirar ditibûn. Heta niha jî çûnehata ji bo wan taxan qedexe ye. Mexdûrên ku li hêviya xaniyên nû bûn, ji 2016'an ve bi pereyê ku dewlet dide, di xaniyên kirê de ne, lê gelek ji wan mexdûran dibêjin; ev 4 meh in ku me kirê negirtiye û em mexdûr bûn. Rayedarên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî amaje dikin ku hîn jî xaniyan çêdikin û xaniyên ku tên temamkirin dê li mexdûran belav bikin da ku mexdûriyeta şêniyên Sûrê bi temamî ji holê rakin.

K24

bottom of page