top of page

Di teqîna li Qamişlo de 5 kes birîndar bûn

Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo motorsêklêteke bombekirî teqiya û 5 sivîl bi sivikî birîndar bûn.

Li gor nûçeyeke anhayê beriya çend kêliyan li taxa Hilêliyê ya rojavayê bajarê Qamişlo li nêzî geraca servîsan motorsêklêteke bombekirî teqiya.

Di teqînê de 5 sivîl bi sivîk birîndar bûn. Hêzên Hawarê birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Hêzên Asayîşê li ser teqînê lêpirsîn dan destpêkirin.

KTV

bottom of page