Berbijêrê CHPê serkeftin bidest anî
Di hilbijartinên dubare kirî yên şaredariya bajarê Îstenbûlê de yên ku duhê hatibûn kirin, berbijêrê chpê Ekrem Îmamoglû li hember berbijêrê akpê Binalî Yildirim serkeftineke mezin bidest anî û bû Serok şaredarê Îstenbûlê.
Li gor encamên nefermî yên ku ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve hatine diyarkirin, Îmamoglû ji sedî 54 dengan bidest xistiye û Binalî Yildirim jî ji sedî 44 dengan bidest xistiye.
Weke tê zanîn hilbijartinên şaredariyan di 31ê Adarê de hatibûn kirin lêbelê akp li ser encamên Îstenbûlê doz vekiribû û daxwaza dubare kirina hilbijartinan kiribû.
KTV