top of page

Li Amedê pîşeya bi sed salan: Kurmên hevrîşimê

Berî 100 sal berê jî bajarê Amedê di warê berhemanîna hevrîşmê de di cîhanê de navdartirîn bajar bû, lê ji ber hilberîner û hostayên Ermen neman, van salên dawî ev pîşe her diçe kêmtir dibe, niha tenê li bajaroka Pasûra Amedê karê xwedîkirina kurmên hevrîşmê tê kirin ku salane nêzî 50 tonan qozayên hevrîşmê ji Pasûra Amedê ji bo nav bazarên Tirkiye û cîhanê tê belavkirin.

Navê gundê ku karê xwedîkirina kurmên hevrîşmê tê kirin, bi Kurdî Kuyê bi Tirkî Îslamkoy e. Ev gund li ser Pasûra Amedê yê ku 100 km ji navenda bajarê Amedê dûr e, li ser salixan ev der berê gundê Kurdan û Ermeniyan bûye, lê niha tenê Kurdên Kavarî tê de dijîn.

Wek 45 gundên Pasûrê, gundiyên Kuyê jî niha hewl didin ku pîşeya ji bav û kalên xwe bidine meşandin, salane 40 rojan karê wan her xwedîkirina kurmên hevrişmê ango kurmên qozan e.

Hêkên ku bûne kurm niha mezin bûne, ew 40 rojan pelên tûyan dixwin piştî ku kurm têr xwar girêza xwe li derdorê xwe dipêçe 5 hezar metre tayê hevrîşm dibe qozayek.

Qozavan Medenî Kiliç ji Rûdawê re diyar kir: “Kurmên me piştî ku qoza çêkirin 15 rojan di nav wê de zindî dimînin, heke em wan di nav qozayê de nefetisînin wê per pê ve çêbe û ewê bibine perperîk ji nav qozayê derkevin wê demê koza êdî nabe hevrişm divê em baş wê demê bişopînin û di dema xwe de radestê kargehê bikin.”

Jinên gundê Kuyê jî di vê demsalê de ji sibê heta êvarê qozayan ji nav çiloyan paqij dikin, ev kar herçend tenê karê 40 rojan be jî karekî ne hêsan e ji bo wan.

Kamîle Kaya dibêje: “Ev karê ku em dikin kareke zehmet e, lê berê ji ber ku nirxê wê zêde bû hêjayê wê zehmetiyê bû.

Menfiye Kiliç diyar dike: “Temenê min bû 5, her salê em datînin, lê nirxê wê kêm e.”

Edîbe Gul jî eşkere dike: “Sibê heta êvarê di vê 40 rojê de em bi vê karê mijûl in, diya min pîra min herkesê jî vê karê kirine.”

Xwedîkirina kurmên hevrîşmê li Amed û derdorê wê pîşeyeke kevnar bû ku bêhtir hostayên Ermenan dikirin, niha ev pîşe tenê ji aliyê 800 malbatan ve li Pasûra Amedê tê kirin.

Mixtarê Gundê Kuyê Muaccet Korkmaz ji Rûdawê re eşkere kir: “Hinek gundiyên me hene ku tenê bi vê karê debara mala xwe dikin, mehekî kar dikin û salane bi wê pereyê derbas dikin, lê rastiyek heye ku dewlet serê kîloyê pereyek hindik dide, niha kîloya qozayê bi 55 lîreyan dikirin, ev nirxekî ne baş e û qîmeta wê divê zêdetir bibe.”

Salane ji bajarokê Qulpê ango Pasûrê nêzî 50 ton qozayên hevrîşmê derdikeve û gundî qozayên xwe tînin kargeha gundê Cixsê berê kişandina tayê qozayê bi rêbazên filklorî dihata kirin, lê niha ev kar li kargeha Cixsê tê kirin ku ev kargeh ji aliyê Qaymeqamiya Pasûrê van salên dawî hate aktîfkirin.

RÛDAW

bottom of page