Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke NY civiya
Di destpêka civînê de şanda NY rol û qurbanî dana gelê Kurdistanê ya di şerê dijî DIŞIê, têkşikandina DIŞIê û parstina pêkhateyên din bêyî cudatî bi roleke girîng wesif kir.
Di berdewamiya civîna han de şanda NY bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên lid or kom kirina belgeyên taybet bi tawanên DIŞIê li gor prosodorên NY kir û ragihand ku li Îraqê ji bilî zagonên tundkarî û terorê zagonên şer tuneye jiber vê yekê piştgîriya qanûnî bo karên me lazime.
Şanda mêwan bahsa girîngiya hevkarî û hemahengiyên hikûmetên Kurdistan û Îraqê bo serdanên meydanî, nasandina tawanabaran û gerentî kirina darizandina wan lazime.
Di berdewamiya civînê de Serokê herêma Kurdistanê jî spasiya şanda NY kiriye û amade bûna Kurdistanê bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekê bo projeyên NY diyar kir.
KTV