top of page

Heyeta Platforma Zimanê Kurdî serdana Şaredariya Mêrdînê kir

Heyeta Platforma Zimanê Kurdî doh, roja sêşemê serdana Şaradariya Bajarê Mezin a Mêrdinê û Şaredariya Qoserê kir

Heyeta platformê ji berdevkên platformê Şerefxan Cizîrî, Vahit Aba, endamên rêveberiyê Sedat Dogan û Devrim Malgaz pekhatî bû

Heyetê peşî bi Serokê Şaredariya Bajarê mezin a Mêrdînê Ahmed Turk re hevdîtin pêk anî û li ser navê heyatê Şerefxan Cizîrî axivî û got: “Birêz Ahmed Turk di seri de em we pîroz dikin û di wezîfeya we de serkeftin ji bo we niyaz dikin. Daxwaza me ya sereke ji we ew e ku hûn xebatkarên xwe ji nava kesên kurdîaxêv hilbijêrin. Mêrdîn bajarekî Kurdîstanê ye, her çiqas di binyada xwe de bawerî û zimanên cihê bihewîne jî piraniya gelê vê herêmê Kurd û kurdîaxêv in. Ev yek jî vêya dide nîşan ku divê di sazî û şaredariyan de jî êdî zimanê axaftinê her Kurdî be”.

Piştî dawî li hevdîtina bi Ahmed Tûrk re hat heyetê berê xwe da navçeya Qosera Mêrdînê.

Heyetê li qoserê jî, ji Seroka Şaredariyê Nilüfer Elik Yılmaz re bi heman şêweyê fikr û ramanên xwe yên di derbarê ziman de diyar kir.

Piştî hevdîtinê heyetê ragihand ku, serokên her du şarederiyan jî bi germî pêşwazîya wê kirine û hestiyarîya wê ya di derbarê vê mijarê de pejirandine, lê zêde kirine ku, ew ê jî ji niha û pê ve hîn hestiyartir li vê meseleyê binêrin.

Ev nûçe 45 caran hatiye xwendin

Kaynak: Heyeta Platforma Zimanê Kurdî serdana Şaredariya Mêrdînê kir

Rûpela nû

bottom of page