Agir bi çiyayê Miracî ket

Li gor jêderên ji bajarê Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê duhê agir bi daristanên çiyayê Mîravcî ya li Merîwanê ketiye.

Jêder behsa vê yekê kirin ku duhê artêşa Îranê bi tuned çiyayê Miracî ya li Merîwanê topbaran kiriye û di encama topbarana han de agir bi daristanên vê çiyayê ketiye û beşeke gelek zêde ji daristanê hatiye şewtandin û heta niha jî agira han didome.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku xelk û çalakvanên jîngehparêziyê hewl dane agirê vemirînin lêbelê artêşa Îranê rê nedaye wan.

KTV