Selîm Berekat li Taxa Cihûyan a Qamişloyê ye

Helbestvan û nivîskarê Kurd yê Erebînivîs Selîm Berekat romana xwe ya nû belav kir. Navê romana nû ya Berekat “Lê çi li ser xanima Cihû Rahîl?” e û ji aliyê Dezgeha Erebî ya Lêkolîn û Belavkirinê ve hate weşandin û ji 566 rûpelan pêk tê.

Selîm Berekat di romana xwe ya nû de vedigere bajarê zaroktî û ciwaniya xwe Qamişlo û di nav kolan û taxên wî de digere. Berekat bi stîla xwe ya wêjeyî ya cihêreng û taybet, bi berfirehî behsa jiyana rengîn û hevbeş û têkiliyên mirovî û civakî di navbera Kurd, Ermen û Cihûyên bajarê Qamişloyê de dike. Ev jî bi rêya çîrokeke evînê ya nîvcomayî di navbera du nûciwanên bajêr de ku xort Kurd e (Kîhat) û keç Cihû ye (Lîna). Bi vê çîrokê re jî, Berekat gav bi gav diyar dike çawa Cihûyên Qamişlo bi planeke hûrbîn û bi zanebûn roj bi roj kêm bûn û diyar neman heta dawiya dawî li taxa Brooklyn a New Yorkê hêwirîn.

Bûyerên romanê, ku koçberî yek ji babetên wê yên herî sereke ye, bi giranî li Taxa Cihûyan li Qamişloyê diqewimin û behsa salên piştî Şerê 1967an di navbera Ereb û Cihûyan de dike. Bereka dide xuyakirin çawa gurr û dirindeyên desthilata Beisî piştî şikestina wan li hemberî Artêşa Îsraîlê, hêç û hartir bûn û kerba xwe di serê hevwelatiyên xwe de vala kirin, nexasim hevwelatiyên ne Ereb wek Kurd, Cihû û Ermenan.

Ev jî paragrafek ji romana Selîm a nû ye: “Em bi Îbrî nanivîsin. Ez nameyan ji dayika xwe re bi Îbrî nanivîsim da kes wan nebîne. Bi zimanê Îbrî, di mala me de tenê Tewrat heye.” Lînayê bersiva wî da. Kîhat got: “Lîna, li ba me jî ti tişê bi Kurdî nivîsandî nîne.” Tiliya xwe ber bi stûyê xwe ve dirêj kir û pê de çû: “Dibe ku em bêne şerjêkirim.”

Diyar e, di vê paragrafê û di gelek cihên din ên romanê de, Berekat hewl dide eşkere bike ku xwendin û nivîsandina bi Kurdî di dewleta Beisê ya li ber nemanê de, tawaneke ewqasî mezin bû ku gelek cara dibû sedemê serjêkirin û kuştina kesê tawanbar! Bi gotineke din, di dewleta Beisê ya Sûriyê de, li gor yasayên fermî diviyabû tenê zimanê Erebî hebûya û lazim bû hemû zimanên din û bi taybetî jî zimanê Kurdî ji holê bihata rakirin.

Selîm Berekat sala 1951 li gundê Mosîsana yê girêdayî Amûdê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Sala 1970 çû Şama paytexta Sûriyê bi mebesta xwendina Edebiyata Erebî li Zanîngeha Şamê, lê saleke tenê xwend û paşê li Beyrûta paytexta Libnanê hêwirî û heta sala 1982an li wir ma. Piştre çû Qibrisê û li wir bi helbestvanê Filistînî yê navdar ê koçkirî Mehmûd Derwêş re kovara Kermelê derxist.

Berekat ji sala 1999an ve li Swêdê dijî. Heta niha bi dehan dîwanên wî yên helbestan û romanên wî yên balkêş hene û sala 2018an xelata navdewletî ya Max Jacob li Fransayê wergirt.

RÛDAW