Firokeyên Tirkiyê gundên li quntara Qendîlê bombebaran kirin

Firokeyên şer ên Tirkiyê derdora sê gundên quntara Qendîlê bombebaran dikin, hêj zirarên ku derketine holê nayê zanîn.

Qaymeqamê Ranyeyê Hîwa Qerenî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Şevê din firokeyên Tirkiyê gundên Êndize û Lêwje yên li quntara Qendîlê bombebaran kirin, lê ti zirareke giyanî tine ye.”

Hîwa Qerenî diyar kir: “Demjimêr 10:00ê îro sêşemê 18ê Hezîrana 2019an firokeyan careke din gundê Qelatûkan bombebaran kirin, lê hêj çi zirar û ziyan derketine holê nayê zanîn.”

Gundên Êndize, Lêwje û Qelatû dikevin sînorê bajarokê sengeserê qezaya Pişder a li parêzgeha Silêmanî.

RÛDAW