Aliyên siyasî û civakî: Bila Heskîf di bin avê de nemîne
Komek aktîvîst û rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga rawestandina avakirina bendava Ilisû ya ku li navçeya Heskîfa Êlîha Bakurê Kurdistanê kirin da ku navçeya Kurd a ku 12 hezar salî dîroka wê heye di bin avê de nemîne.
Parlamenterê Êlih ê HDPê Mehmet Ruştu Tîryakî got: “Me li parlamentoyê jî behsa girîngiya navçeya xwe ya dîrokî Heskîf kir li dijî politikaya tarûmarkirina Heskîfa delal em ê li her derê dengê xwe bilind bikin çimkî me sond xwariye ku em ê cihên qedîm û dîrokî biparêzin.”
Ji ber avakirina bendavê bi hezaran xanî, şikeft, cîh û warên dîrokî dê bin avê de bimîne, hikûmet dûrî navenda Heskîfê bi sedan xanî ava kiriye da ku nitecîhên navçeyê mexdûr nebe lê belê daxwaza raya giştî û hin aliyên siyasî parastina şûnûwarê dîrokî ya Heskîfê ye.
Hevserokê HDP Sezaî Temellî jî got: “Çi mecala vî welatî tune ye ku Heskîfê tarumar bike. Lê pêdiviya mitehîdan bi çêkirina bendavan heye. Ji bo mitehidên xwe dewlemend bikin dîroka me talan dikin. Lê em ê her ber xwe bidin û bila her kesxwedî li HeNskîfê derkeve.”
Li gor daxuyaniya karûbarên avê yê dewletê ji bo Bendava Ilisu 8 milyar û 500 milyon lireyê Tirk pere hatiye xerckirin û tesîrek baş bide ser kiştûkala herêmê. Yên li dijî bendavê ne jî di wê bîr û baweriyê de ne navçeya qedîm ku bo bi dehan şaristaniyan re mazûbantî kiriye û tê de berhemên dîrokî hene bo bendavek tê qûrbankirin.
K24