Stenbol - Ji bo piştevaniya tekane şanoya kurdî ya serbixwe konsertek tê lidarxistin
Li Stenbolê tekane şanoya kurdî ya serbixwe Şa Performans, ji ber şert û mercên dijwar ên aboriyê nikare xebatên xwe berdewam bike û bi girtinê re rû bi rû ye. Ji bo piştevaniya Şa Performansê, li Stenbolê konsertek tê lidarxistin.
Li Stenbolê tekane şanoya kurdî ya serbixwe Şa Performans, Hezîrana 2018an hat avakirin. Şa Performansê di heyama salekê de yek ji wan bo zarokan 4 lîstik pêkanîn û 2 festîvalên kurtefîlman saz kirin. Herwiha hejmarek çalakî û konsert jî ji aliyê Şa Performansê ve hatine lidarxistin. Yek ji damezrînerên Şa Performansê Tuncay Ozel dibêje, qaîdeya wan a sereke kurdî bû û hemû lîstik û xebat bi zimanê kurdî hatin pêkanîn.
Lêbelê ji damezrîner û berpirsên Şa Performansê Tuncay Ozel di nameyekê de ku ji BasNewsê re hatiye şandin, radigihîne ku rewşa wan a aborî ne baş e û asteng e li pêşiya xebatên wan.
Bi vê mebestê ji bo piştevaniya Şa Performansê roja Duşemê (17.06.2019) li The Mekana li Taksîmê demjimêr 20.00an bi beşdariya hunermend Bajar, Dodan û Sîmir Rûdan konsertek tê lidarxistin.
“Derîyê vê saziyê her tim ji karên kurdî re vekirî ye”
Tuncay Ozel dibêje, “Bi vê konsertê em hêvî dikin ku em xwe bigihînin saleke din û dîsa wekî berê di xizmeta hunera Kurdî de bin. Helbet mineta me li ser kesî tune ye û em gazinên xwe ji kesî nakin. Em dizanin ku rewşa kurdên ku bi hunerê re elaqedar in gelek dişibe hev. Daxwaza me tenê ew e ku; ev sazî neyê girtin û em karên xwe bidomînin. Helbet ev sazî ne tenê ya me ye. Derîyê vê saziyê her tim ji karên kurdî re vekirî ye. Kesên ku bixwazin xwedî li saziya Şa Performansê derkevin bila bizanibin ku Şa Performans cihê me hemûyan e.”
BasNews