top of page

Wezîrê Derve yê Vatîkanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Wezîrê Derve yê Vatîkanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê di posta wî ya nû de xwest.

Di nameya pîrozbahiyê de ku bi rêya Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê ji Nêçîrvan Barzanî re hatiye şandin, Wezîrê Derve yê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin bi boneya hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî lê dike.

Wezîrê Derve yê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin di nameya xwe de nivîsandiye: “Bi kêfxweşî ve hêviya herî zêde ya serkeftina we dixwazim di destbikarbûna we de weke Serok li Herêma Kurdistana Iraqê. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim û hêvîdar im bi zanayî û têgihiştî û lêborîniya we di wê postê de. Xwedayê mezin cenabê we û malbata we û hemû xelkê Herêmê ji bereketên xwe pirbeş bike.”

RÛDAW

bottom of page