SIYASETA BERJEWENDÎPEREST A MEHMET EMÎN KARDAŞ JI RAYAGIŞTÎ YA KURDİSTANIYÊN EZÎZ Û JI KEDKARÊN MEDY
Hasan Loqman Ertaş
Kurdistaniyên ezîz ji ser medyayê û torên medya civakî haya wê ji wê yekê çêbû ku Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiyê (PDKT) Mehmet Emîn Kardaş bêyî biryara Endamên Rêveberîya Komîteya Giştî yê (PDK-T) ligel HDPê rêkeftinek çêkiribû û kurê xwe kiribû namzedê şaredariya navçeya Çinara Diyarbekirê. Di daxuyaniyên xwe yên berê jî da me aşkere kiribû Komîteya Giştî ya Partîyê me “tifaqa ligel HDPê” sipartibû Komîteya Rêveberî ye. Lêbelê Mehmet Emîn Kardaş, bêyî haya me Komîteya Rêveberîyê jê çêbike bi dizî bi HDPê re civiyabû û li ser berjewendiyên şexsî û malbatî zarokên xwe, zava û xezûrên zarokên xwe kiribûn namzedên serokatiyê û encumenên şaredariyan. Kurdistaniyên ezîz, we hemûyan di weşanên televîzyonên Kurdistanê da axaftinên Mehmet Emin Kardaş ên li ser tifaqa li PDKT- HDPê dîtin û bihîstin. Kardaş bi aşkereyî dibêje: “Me li ser ti xalan lihev nekiriye û ti îlke û prensîbên me tunene û em vê hilbijartinê stratejîk nabînîn.” Gotinên Mehmet Emîn Kardaş delîlên wê yekê ne îdareya xwecihî ya bakurê Kurdistanê, dagirkeriya li bakurê Kurdistanê, ji hev cihêbûna fikrî di navbera mirasa xeta PDKTyê û HDPê da li ber çavan nagire û bi tenê berjewendiyên xwe û malbata xwe difikire. Ji xwe di proseya hilbijartinê da me dît ku li ser bertekên Endamên Komîteya Giştî yên PDKTyê û cemawera PDKTyê, Mehmet Emîn Kardaş xezûrê kurê xwe kir serokê şaredariya Çinarê û kurekî xwe jî kir encmenê şaredariya Rezan a Diyarbekirê. Weke Rêveberîya Komîteya Giştî ya PDKTyê me aşkere kiribû Mehmet Emîn Kardaş bi wê siyaseta berjewendîparêz, kiryarên nihênî û keysparêz li dijî lîjneyên partîyê, tuzuk û îştîhatên partiyê derketîye û ew bin pê kiriye. Proseya hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019an jî da haya rayagiştî ya Kurdistaniyên ji wan hemû kiryaran Mehmet Emîn Kardaş çêbû. Li aliyê din Kardaş bo ku navê PDKTyê û mirasa PDKTyê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bikarbîne biryar daye di 15ê Hezîrana 2019an kongreyeke ne meşrû çêbike û di wê kongreye de Endamên Komîteya Navendî Şerefxan Cizîrî,Veysî Ekmen, Hasan Ertaş ji partiye îxraç bike û Komîteyeka Navendî ya nû ku hemû ji malbata wî pêk tên li cihê Rêveberiya PDKTyê ya heyî hiilbijêre û kesên di dema xwe da navê PDKTyê ji bo berjewendiyên xwe bikaranînê û ji ser miras û doza PDKTyê tenê bo berjewnediyên xebitîne re dîsan rûne û di Rêveberiya Komîteyê da cî bi de wan. Di jiyana xwe ya siyasî de em hertim li ser Rêbaza Barzaniyê Nemir bûn û me ti carî siyaseteka keysparêz û dûr ji ehlaqên niştimanî ji xwe ra nekir armanc. Perwerdeya me serkarwanê me Nemir Mele Mistefa Barzanî û dibistana wî ya em tê da mezin bûne berê me hertim daye serxwebûna Kurdistanê. Em xwedî “prensîb û îlke ne!” û bo serxwebûna Kurdistanê jî em “stratejîk” difikirin.