Reuters: Li Îdlibê agirbest hat ragihandin
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku bi hewldanên Rûsya û Tirkiyê li Îdlibê agirbest çêbûye.
Reutersê di nûçeyê de da zanîn ku medya Rûsya li ser zarê jêderên Artêşa Rûsya nûçeya agirbestê ragihandiye.
Li gor nûçeyeke voayê artêşa Rûsya da zanîn ku agirbest bo herêma ewle ya Îdlibê hatiye ragihandin û diyar kir ku roja Çarşemê bûyerên tundûtûjiyê kêm bûne.
Ser dem û domdariya agirbestê ti agahî nehat dayîn.
Saziyên serbixwe didin zanîn ku di şeş hefteyên dawî de li herêma Îdlibê bi sedan sivîl hatine kuştin.
KTV