Jiyan nameya birêz Mesrûr Barzanî
Di havîna sala 1985an de di temena 16 salî de bûye pêşmerge û beşdarî di şoreşa mezin ya Gulana pêşkeftinxwaz de kiriye.
Sala 1988 beşdariya meydanî di dastana( qehremaniya) Xwakûrkê kiriye û dijî artêşa rejîma vê demê a dîktator ya Besê şer kiriye û bi kamêrayê xwe beşek ji qehremaniyên hêzên pêşmerge tomar kiriye ku ev yek jî weke fîlmeke dokomêntarî ya şoreşa çekdarî a gelê Kurdistanê tê nasîn.
Sala 1991an piştî şerê yekem ya Kendavê beşdariya raperîna gelê Kurdistanê kiriye.
Hevdem li gel vê yekê ku jiber şoreş û berxwedana gelê Kurd, jiyana xwe ya zarokatî di awareyî de derbas kiriye lêbelê qonaxên destpêkê yên xwendinê û qonaxên navendî û amadeyî li Îranê bi serkeftî bi dawî aniye.
Sala 1992an bo hîn bûna zimanê Îngilîsî çûye Londona paytexta Brîtanyayê û bi qasî salek li wir xwendiye.
Piştî bo domandina xwendina xwe çûye Amerîka û li zanîngeha Amerîka ya li Washingtonê di navbera salên 1993 heta 1997 xwendiye û bi serkeftî beşî zanistên siyasî bi dawî aniye.
Pişt re di heman zanîngehê de bawernameya xwe ya macesterê di warê aştî û çareser kirina aloziyan de xwendiye.
Sala 1998an vegeriyaye Kurdistanê û beşdarî di kongreya 12an ya partiya demorkata Kurdistanê kiriye û bi dengê beşdarbûyên kongreyê weke endamê komîteya navendî û mekteb siyasiya PDKê hatiye hilbijartin û erkê birêvebirina ajansa parastin û hevalgîriyê pê hatiye spartin.
Sala 2005an li hember rola xebat û pirensîbên Mistefa Barzanî di jiyanê de, dezgeha xêrxwaziya Barzanî damezrandiye ku dezgeheke xêrxwazî û însaniye û hevkariya, aware, penaber, koçber û kesên hejar yên ku pêdiviya wan bi hevkariyan heye, dike.
Di kongreya 13an ya PDKê de ku di sala 2010an de hatiye lidarxistin, piraniya dengên beşdarbûyan bidest anî û dubare weke endamê civata Serokatiya PDKê û endamê mekteb siyasiya PDKê hate hilbijartin.
Bi fermana Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi biryara 68an yaku di roja 30, Nîsana 2012an de hatiye derkirin, bo birêvebirina dezgehên ewlekarî, hevalgîriya( îstîxbarata) leşkerî û dezgehên din yên hevalgîrî weke Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê ku hatine damezrandin, hatiye erkdarkirin.
Di Îlona 2014an de bo bersif dana êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser Kurdistanê, li gel hevpeymaniya cîhanî odeya operasiyonên hevbeş damezrandiye, ku ev yek jî roleke gelek mezin bo araste kirina êrîşên asmanî û birêvebirina operasiyonên meydanî li dijî terorîstên DIŞIê hebû, Mesrûr Barzanî li gel Serok Mesûd Barzanî bi awayeke meydanî di eniyên şer de amadebû, û beşdariya Fermandarî kirina piraniya operasiyonên DIŞIê DIŞIê kiriye.
Damezrêner û endamên desteya borda zanîngeha Amerîkî Kurdistan e yaku li Dihukê di sala 2013an de hatiye damezrandin.
Di roja 12 meha Adara 2018an de ji aliyê civata Serokatiya PDKê ve weke berbijêrê PDKê bo postê Serokwezîriyê hatiye berbijêrkirin.
PDK ku di hilbijartinên roja 30 meha 9 ya sala 2018an de bibû yekem, firakisyona PDKê di roja 11 Hezîrana 2019an de navê Mesrûr Barzanî daye parlementoya Kurdistanê û di dengdana raste rast de yaku di civîna parlementoyê de yaku têde 97 endam parlemen amadebûn, piraniya dengan (87) bidest anî û bi vê awayî bû berbijêrê ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê.
Di roja 12ê meha Hezîranê de bi fermana herêmî ya bi hijmara yek ya sala 2019an ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bo ava kirina kabîneya nû hate pîwerdarkirin.
Jiyana hevjîniyê pêk aniye û xudan sê kor û keçek e, ku navên wan ewin( Yasemîn, Arîn, Berzîn û Aran).
Şarezayiya temam di nivîsandin û xwendin bi zimanên Kurdî, Farsî û Îngilîzî heye û ji zimanê Erebî jî bi başî têdigehêje.
Di warê hunerî û werzişî de şarezayê şêwekarî, hespsiwarî û avjeniyê heye.
KTV