Serokê Herêmê Serokwezîr bi fermî pîwerdar kir
İro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi derkirina mersûma Serokatî û bi merasimeke ku têde Seroka Parlementoyê û Serokê civata dadeweriya Kurdistanê têde beşdar bûn, Mesrûr Barzanî bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê pîwerdar kir.
Duhê Mesrûr Barzanî piştî ku ji aliyê PDKê ve weke berbijêr hatibû diyarkirin, bi piraniya dengan pejrand û navzed kir û îro jî Serokê Herêmê bi fermî Mesrûr Barzanî weke Serokwezîr bo ava kirina kabîneya nû pîwerdar kir.
KTV