Başûr – Li Kifrî du kes ji ber nêçîrkirina pezkoviyan hatin girtin
Li devera Germiyan ya Başûrê Kurdistanê, du kes ji ber nêçîrkirina pezkoviyan hatin girtin.
Berdevkê polîsê daristanê yê Germiyanê Serkewt Rehîm ji BasNewsê re got, hêzên me karîn li nahiya Newcul ya bajarê Kifrî du kesên ku du pezkovî nêçîr kiribûn, bigirin.
Wî efserê polîs da zanîn, wan kesan dixwastin wan pezkoviyan xwedî bikin û kedî bikin. Lê ji ber ku niha dema zayîna wan e, nêçîrkirina wan qedexe ye.
BasNews