top of page

Amerîka û Belçîka kandîdkirina Mesrûr Barzanî erênî dibînin

Amerîka bi kandîdkirina Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xweşhal e. Belçîka jî piştevan dibe.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek li hejmara xwe ya Twitterê nivîsî û tê de xweşhaliya ji kandîdkirina Mesrûr Barzanî ji aliyê Parlemantoya Kurdistanê ve derbirî.

Andrew Peek di twita xwe de nivîsî: “Rojeke girîng e ji Herêma Kurdistanê re, bi xweşhalî çaverê me kar bi hevalê xwe Mesrûr Barzanî re bikim.”

Ji aliyekî din ve, Belçîka piştevaniya xwe ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Balyozê Belçîka li Urdin û Iraqê Hendrik Van de Velde di twittekê de nivîsî: Belçîka hevbeşeke rasteqîne ya ecindayên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dibe û li ser asta navdewletî jî Belçîka piştevan û hevahengkara Hewlêrê dibe.”

Hendrik Van de Velde di dirêjahiya twitta xwe de, hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî û kabîneya nû re xwast.

K24

bottom of page