Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiya
Di civînê de behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Enqere û pêşhatin dawî yên li deverê hatin nîqaşkirin û her du alî tekez li ser parastina berejwendiyên hevbeş, aramî, ewlekarî û bihevre jiyanê li deverê de kirin.
Çawişoglû hevdem li gel ku hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest, eşkere kir ku gelek girînge ku her du alî di her warî de têkiliyên xwe bihêztir bikin.
Di dawiya civînê de Mesrûr Barzanî jî behsa girîngiya hebûna berejwendiyên hevbeş kir û xwesteka Kurdistanê bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê diyar kir.
10/06/2019
KTV