Li sinûrê Kerkûkê 4000 donim zevîyên çandinê hatîye şewitandin
Di dema mehekê de li sinûrê parêzgeha Kerkûkê zêdetir ji 4000 donim zevîyên çandinê şewitîne. Polîsên Berevanîya Şaristanîya Kerkûkê ragehand: Bi çend şêwazan agir berdayîne dexl û danên cotkaran û vekolîn li ba Polîse.
Li gor rêzbendîya Polîsên Berevanîya Şaristanîyê be, li ser astê parêzgehên Îraqê, Kerkûk dûyem bajêre ku zêdetirîn rêjeya dexl û danên cotyaran têde hatîye şewitandin.
Zîyana şewtîna dexl û danên cotkaran li sinûrê parêzgeha Kerkûkê zêdetir ji milyarek Dînrane. Perlemantar kar li ser wê yekê dikin ku hikumet qerebûya cotkaran bike. Di evê heftîyê de wajûyan dê kom bikin bi merema gêngeşekirinê li ser evê pirsê di Civata nwêneran de.
K24