Serok Barzanî cejna remezanê pîroz dike
Bi minasebeta hatina cejna Remezanê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurdistanê û misilmanên cîhanê kir ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.
Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê û her wiha hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan wergirtibê û ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.
Mesûd Barzanî
3.6.2019
KTV