Rêresmên Cejnê li Herêma Kurdistanê birêve çû
Rêresmên cejinê ji berebeyan û elindê, ji mizgeftan dest pê dike bi gotara cejnê, nivêj, dûa, nizakirinê û veparanevê ji xwedayê mezin. Dûv re amdevanên mizgeftê cejine pîrozoze li hev dikin û gerdena hev dû azad dikin û vedigerin mal. Serdana kesûkar û malên hevsûyan dikin û cejne pîrozeyê li hev dikin. Şirînî li malan û cihên giştî dihên dabeşkirin. Wek tîtaleka civakî jî ,xelik rojekê berî cejnê yan sipêdehîya cejinê, serdana gorrên kesûkarên xwe dikin.
Di civaka Kurdî de û di piranîya boneyan de, xwarin û şîvên taybet dihê amdekirin. Lê li cejina Remezanê piştî mehekê ji rojîyan, roja cejinê, nemaze roja yekem, xwan û sifre dihên xemlandin.
Li Cejin û boneyan deverên geştyarî pişka şêr heye, nemaze jî ew cejin û boneyên dikevin werzên beharê û havînê. Li gor torên nûçegihanên Kurdistan24 li deverên geştyarîyên Herêma Kurdistnê, amadekarî hatîye kirin bo pêşwazîkirinê ji geştyaran. Pêşbînî jî dihê kirin rêjeyeka berçav ji geştyaran ji bajarên Kurdistan, Îraqê û welatên hevsû berev deverên geştîyarêyn Herêma Kurdistanê biherin.
K24