Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li misilmanên Kurdistanê pîroz dike

June 4, 2019

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û mihriban

Bi boneya cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekarî, dezgehên ewlekarî, polîs û misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.

Daxwaza ji yazdanê dikim ku îbadetên tevahiya aliyan qebûl bike û rihê şehîdên me bi ceneta xwe şad bike û birîndarên me jî şefa bide.

Hevdem li gel berçav girtina xebata berdewam û qurbanîdana gelê me bo gehêştin bi armancên xwe, hêvî dikim ku ev cejna han handerek erênî be bo bihêztir kirina bihevre kar kirinê bo Kurdistaneke bihêz yaku li gor daxwaz û hêviyên welatiyên Kurdistanê de be.

Her bi vê minasebeta han hêvî dikin ku tundûtîjî, şer û karesat li deverê de bi dawî werin û aştî û aramî zal bibe.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

4.6.2019

KTV

 

Please reload